Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Pirtir ji 6,5 Mîlyon Kes ji Ukrayna Derketine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve pirtir ji 6,5 mîlyon kes ji Ukrayna derketine.

Reutersê ew agahî ji zarê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand.

NY da zanîn ku ji destpêka dagirkerîya Rûsya vir ve, ku di 24’ê Sibatê de destpê kiribû, 6,538,998 kes ji Ukrayna derketine.
Li gor agahîyên NY’ê piranîya koçberên Ukraynî li Polonya bi cîh bûne.

Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG