Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê bo Sûrîyê Demûdest Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser operasyonên li başûrê Sûrîyê û rewşa sîvîlan, sibê Pêncşemê demûdest kom dibe.

Daxwaze kombûna demûdest ji halîyê Swêde û Kuveytê ve hat kirin. Nûnertîya Swêdê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku xebatên bo kêmkirina tundûtûjîya li Sûrîyê werin berfireh kirin û da zanîn ku alîyên ku şer dikin bala xwe nadin ser berevanîya sîvîlan.

Artêşa Sûrîyê ji 19’ê Hezîranê vir ve, bi piştgirîya Îran û Rûsya dijî serhildayên li başûrê Sûrîyê operasyonan li dar dixîne.

NY da zanîn ku ji destpêka operasyonan heta niha 330,000 kes ji başûrê Sûrîyê koç kirine.

XS
SM
MD
LG