Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê daxwaza sekinandina şerê li Helebê kir ku di demên dawî de bûye qada pevçûnên dijwar.
Daxuyanîya NY bal kişand ku jiber şerê berdewam yê hêzên Esad û serhildayan, nêzîkî du mîlyon rûniştvanên Helebê di rewşeke pir çetin de, bê av û elektrîk dijîn.
Karbidestên mirovahî yên NY li Sûrîyê jî sekinandina şer li Helebê xwest ku ew bikaribin sîstema av û elektrîkê ya bajêr tamîr bikin.
Daxuyanîya kordînatorên mirovahî yên NY Yacoub El Hillo û Kevin Kennedy da zanîn ku pirtir jî du mîlyon kes ji pêdivîyên bingehîn yên jîyanê bêpar mane.
"Avên ku bi bîran û tankan digihejinn têrî nîfûsa Helebê nakin. NY gelek di xemê de ye ku eger sîstema av û elektrîkê demûdest neyên çêkirin, encamên gelek neyênî derkevin holê,” daxuyanîyê dîyar kir.
Balyoza Amerîkî ya NY Samantha Power jî xema xwe ya ser rewşa Sûrîyê dubare kir û got, tevî ku hêzên hikûmetê bi hemî kanîna xwe êrîş dibin ser serhildayan, xuya dibe ku serkeftineke hêsan ji alîyên şer re peyda nebin.
Power got ku çiqas şer dirêj bike û sîvîl di nav êgir de bimînin, qurbanîyên sîvîl jî ewqas zêde bin.