Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Danûstandinên Berdewam yên li Lîbyayê Êrenî Dibîne


Stephanie Williams
Stephanie Williams

Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê li Stephanie Williams îro Çarşêmê got danûstandinên navbera alîyên şerker erenî ne û hêvî dike ku ew rêya agirbesteke mayînde veke.

Herwiha Williams da zanîn ku her du alî di enîya şer de rewşa aramîye diparêzin ku peşîya alozîyeke leşkerîyê bigrin.

Di preskonferansekê ya NY li Cenevê de Williams got “Jiber ve yeke ez geşbîn im ku her du alî ji bo agirbestekê mayînde li hev bikin.”

Williams her wiha got fîroka yekêm di navbera Trabuûs û Bîngazî we hefteyê bidomin û her du alî jbo radestîkirina girtîyên xwe de giheştine rekeftinê.

Ji di sala 2014an vir ve, Lîbya di navbera Hîkûmeta Niştîmanî ya Lîbya li Trablûsê ku pişgirîya navdevletî digire û Artêşa Niştîmanî ya Lîbya ya Xelîfe Hefter parçe bûye.

Îsal, Hîkûmeta Niştîmanî bi alîkarîya Tirkîye, paytêxta Lîbyayê ji destên hêzên Hefter piştî 14 mêhan vergirt. Hêzên Hefter pişgirîya Rûsya, Misir û Mîrgêhên Yekbûyî yên Êreb verdigre.

Civînên we hefteyê di navbera navbeynkarên leşkerî yên Hîkûmeta Niştîmanî û Hêzên Hefter li Cenevê, wê bi gûftûgoyên sîyasî di 9ê meha 11anê de li Tunisê berdewam bike.

Williams got dive devletên bîyanî ku tevlî alozîya Lîbyayê bûne, destên xwe ji Lîbyayê vekişînîn. Her du alî lihevhatinê ku piştî agirbestekê mayînde, dive hemû hezên bîyanî û mîlîtanan di nav sê mehan de bi çavderîya NYê ji Libyayê derkevin.

XS
SM
MD
LG