Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jiber Pandemîya Vîrusa Korona Banga Alîkarîya Diravî Dike


Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber pandemîya vîrusa korona hejmara kesên pêdivîyên wan bi alîkarîyê hene rabûye asta herî bilind.

Li gor NY’ê bi mîlyonan kes nikarin pêdivîyên wek xwarin û lixwekirinê bi dest xin û cîhên ew lê bimînin jî tune ne.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres dîyar kir ku rêjeya kesên pêdivîya wan bi alîkarîyê hene di salekê de 40 ji sedê zêde bûye û ew hejmar bûye 235 mîlyon.

Wî da zanîn ku ew hejmar di sala 2019’an de 168 mîlyon û di sala 2018’an de 146 mîlyon bûye.

Sekreterê Giştî yê NY’ê bang li civaka navneteweyî kir ku bo kesên pêdivîyên wan bi alîkarîyê hene piştgirîyê bikin.

Guterres got ku ji bilî pandemîyê, bi mîlyonan kes jî jiber pevçûnan, barkirinan û rewişên giran yên hewayê bi dijwarîyan dijîn.

NY dide zanîn ku bo kesên pêdivîya wan bi alîkarîyê hene 35 mîlyar dolar pêwîst in.

XS
SM
MD
LG