Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û NY Jiber Bûyerên Tundûtûjîyê Hikûmeta Îspanya Rexne Dikin


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Huseyin dîyar kir ku jiber bûyerên tundûtûjîyê yên ku dema dengdana referanduma serxwebûna Katalonya qewimîne, dilgiran e.

El Huseyin bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew li bendê ye ku berpirsên Îspanya ser bûyerên tundûtûjîyê vekolîneke berfireh, serbixwe û bêalî bike.

‘’Ez bi bûyerên ku roja Yekşemê li Katalonya qewimîn, pir êşîyam. Ez bawer dikim ku ew rewşa niha, bi rêzgirtina bo azadîyên demokratik û dîyaloga siyasî çareser bibe’’ El Huseyîn got.

Serokê Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk, bang li Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy kir ku dawî li tundûtûjîyê bîne.

Tusk ji Twitterê da zanîn ku bi rêka telefonê bi Rajoya re axifîye û ji wî xwestîye ku rê li ber gurbûna bûyerên tundûtûjîyê bigire.

Hikûemta Îspanya dîyar dike ku referanduma serxwebûnê ne qanûnî ye û pênasînê bi encamên wê nake.

Rêvebirîya xweser ya Katalonya dabû zanîn ku 90 ji sedê hilbijêran dengê xwe bo serxwebûnê dane.

XS
SM
MD
LG