Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser Sûrîyê kom bû.
Endamên civatê du bernivîsên ser agirbesta Îdlibê red kirin.
Di civatê de Kuwêt, Belçîka û Almanya û alîyê din jî Çîn û Rûsya ser Îdlibê bernivîs pêşkeş kirin.
Her du bernivîs jî jiber vetoyên li hember hev nehatin pejirandin.
Rûsya heta niha 13 car in bernivîsên ser Sûrîyê red dike û li dû wê Çîn jî 7 caran.
Bernivîsê Rûsya û Çînê tenê ji alîyê wan her du dewletan ve hat perjirandin.
Fransa, Brîtanya Û Amerîka bernivîsa Rûsya û Çînê red kirin.