Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li hemî alîyên li Sûrîyê dike ku şer rawestînin û bihêlin ku alîkarîya mirovahî bigiheje cîhên hewcedar.
"Sekreterê Giştî pesna wêrekîya hemî karmendên alîkarîya mirovahî li Sûrîyê dide ku bê rewestan karê xwe dikin ku alîkarîya jîndarî bigehînin sîvîlên Sûrî," berdevkê Guterres, Sephane Dujarric di daxuyanîyekê de got.
Guterres, banga xwe di vê demê de dike ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jî bo gotûbêjkirina binpêkirina agirbestê îro Çarşemê dicive
Hêjayî balikşandinê ye ku jiber serketînebûna agirbesta Civata Ewlekarîyê li Sûrîyê, Brîtanya û Fransa daxwaza civîneke girtî kir.
Civata Ewlekarî, bi biryara agirbestê armanc dikir ku rê li ber gîhandina alîkarîya mirovahî veke û xwarin, derman û hewcedarîyên din yên bingehîn herêmên şer û alozîyan.