Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser banga Fransa îro Duşemê demûdest kom dibe.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian, piştî bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re bi rêka telefonê axifîbû, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku bang li CENY’ê kiriye ku ser rewşa Sûrîyê demûdest kom bibe.
Le Drian dabû zanîn ku ser bûyerên li Efrîn, Guta, Homa û Îdlibê ew dixwazin CENY kom bibe.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê dîyar kiribû ku ewê dewleta ku mijara Efrînê bibe CENY’ê wek ‘’dewleta piştgirîyê dide terorê’’ bibînin.
Senatorê Rûs Frants Klintsevich da zanîn ku Rûsya dê civînê de ji Tirkîyê bixwaze ku operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.