Ajansa AP radigihîne ku berpirsê mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Raad al-Hussein bang li Tirkîyê kiriye ku bihêle vekolîn li ser îdiayên kuştina sîvîlan, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve were kirin.
Al-Hussein got ku hîn raport giheştine destê wan ku sîvîlên li başûrê rojhilata welêt, di dema operasyonên ewlehîyê de bi zanabûn ji alîyê sekvanên dûravêj û wesayîtên artêşê ve têne kuştin.
Wî bal kişand ku mafê Tirkîyê heye hemwelatîyên xwe ji kiryarên tundî û tûjî biparêze, lê divê karbidest di dema operasyonên ewlehî û yên dijî-terorê de
Neteweyên Yekbûyî dixwaze vekolîna li ser kuştina pirtir jî 100 kesan di jerzemîneke avahîyeke li Cizîrê bike ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû dorpeç kirin.