Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê bo Etopya banga rawestandina şer kir.
NY da zanîn ku şerê li bakurê Etopya gur dibe û alîyên şer mafên mirovan ‘’bi awayekî giran’’ binpê dikin.
Cîgira Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê NY’ê Nada El Naşif bi bîr xist ku hikûmeta Etopya meha borî rewişa awarte ragihandiye û da zanîn ku bi hikmên berfireh ji 5 heta 7 hezar kes hatine desteser kirin.
El Naşif da zanîn ku di nav desteserkirîyan de 9 karmendên NY’ê jî hene.
Wê di rûniştina taybet ya Civata Mafên Mirovan ya NY’ê de, ku li Cenevrê li dar ket, bal kişand ser gotinên bi nefret yên dijî Tîgrayan û Oromoyîyan.
Berpirsa NY’ê dîyar kir ku ew gotin ji alîyê karmendên hikûmetê ve jî tên kirin û da zanîn ku ew wan gotinan bi tundî şermezar dikin.