Neteweyên Yekbûyî, tevî nezelalîyên heyî yên ser beşdaran, pêgîr e ku danûstanên Cenevrê derengîya îro Înê destpê bikin.
Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura di daxuyanîyeke nivîskî de agahî li ser peyavjoyê da.
“Emê bi hevdîtina ligel şandeya hikûmeta Sûrî dest bi peyvajoyê bikin û dû re jî ligel “başdarên din”berdewam bikin.”
Jêderekî xwecihî ragihand ku şandeya hikûmeta Sûrî ya bi pêşengîya nûnerê wî welatî li Neteweyên Yekbûyî, Beşar el-Cafari îro paşnîvro giheşt Cenevrê.
Heta niha nayê zanîn ku Komîteya Bilind ya Danûstandinan (High Negotiations Committee) ku jimareke komên hevrik tê de hene, wê beşdarî li danûstandinan bikin yan ne.