Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY ji Tirkîyê Dixwaze ku Dawî li Rewşa Awarte Bîne


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê bang li Tirkîyê kir ku dawî li rewşa awarte bîne ku ji Tîrmeha 2016'an vir ve di jîyanê de ye.

NY dîyar kir ku rewşa awarte rê li ber zêdegavîyên berfireh vekirîye, bûye sedema girtina 160,000 kesan û dora heman hejmar karmendên dewletê jî, bê sedemên rêwa ji karên xwe hatine dûrxistin.

“Serokomar Tayyîp Erdogan piştî hewila darbeya têkçûyî rewşa awarte ragihand û pirtir ji 20 biryarnameyên nû yên di desthilata qanûnê de derxistin ku ew bi piranî rê li ber êşkenceya girtîyan vekir, mudaxele li ser azadî û bêalîabûna sîstema dadwerî kir,” ofîsa mafên mirovan ya NY got.

Raporta NY bi berdewamî got ku divê Tirkîye demûdest dawî li rewşa awarte bîne, dezgehên dewletê vegerîne asta normal û serwerîya qanûnê bi cîh bîne.

XS
SM
MD
LG