Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hikûmeta Sûrîyê bo Konvoyên Alîkarîyê Destûrê Nade


Şêwirmendê Alîkarîya Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egeland dîyar kir ku hêzên alîkarîyê yên rêxistinê, du meh in nikarin bi awayekî tam bigêhîjinin Sûrîyê.

Egeland dîyar kir ku hikûmeta Beşar Esad destûrnameya bo konvoyên alîkarîyê vekişandîye.

Bo konvoyên alîkarîyên bikevin nav herêmên dorpêçkirî yan yên pevçûnan divê ji hikûmetê destûrname û ji komên çekdar jî garantîya ewlekarîyê bistînin.

Li gor NY’ê komên serhilda yên Sûrîyê jî rewşa gêhandina alîkarîyê zor dikin û ji 2015’an vir ve rewşa gêhandina alîkarîyê ti car ewqas xirab nebûye.

Egeland bang li Tirkîye û Îranê kir ku pevçûnên li herêma Îdlibê siviktir bikin.

Egeland herwiha da zanîn ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê bi kêmî ve 15,000 kes ji warên xwe derketine.

XS
SM
MD
LG