Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîserê Bilind yê NY'ê Volker Turk Serdana Sûrîye û Lubnanê Dike


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk îro Sêşemê serdana Şam ya paytexta Sûrîyê kir.

NY’ê ragihand ku Turk wê 14-16’ê Çileyê li Sûrîye û Lubnanê bi komên sîvîl yên civakê, dîplomat û sazîyên NY’ê re bicive.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad meha borî bi pêşketina beza ya serhildan ji desthilatê hat dûr xistin û dawî li rêvebirîya malbatî ya pirtir ji 50 salan hat.

Bi ketina Esad re hêvî çêbûn ku hesabên sûcên dema şerê navxweyî ya Sûrîyê, ku 13 salan dom kir, werin pirsîn.

Di dewra Esad de jibo gelek karbidestên NY’ê û sazîyên mafan destûr nehat dayîn ku ew ser îdiayên binpêkirina mafên mirovan vekolînan bikin.

Ofîsa Turk eşkere nekir ku wî û karbidestên wî berî çend caran hewil dane ku derbazî Sûrîyê bibin.

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan sala 1993’yan hatiye ava kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG