Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Tîmeke Mafên Mirovan Dişîne Sûrîyê


Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Thameen Al-Kheetan îro Înê got ku ofîsa mafên mirovan ya NY wê hefteya pêş tîmeke mafên mirovan bişîne Sûrîyê.

NY bi vî awayî bi ketina Serokê Sûrîyê Beşar Esad re cara piştî salan cara pêşî tîmekê dişîne wî welatî.

Serhildayên Sûrî wek parçeyeke şoreşê girtîgeh û avahîyên dewletê vekirin û hêvî geşbîn kirin ku hesabên sûcên şerê navxweyî, ku li Sûrîyê 13 salan dom kir, werin pirsîn.

Al-Kheetan got ku rêvebirîya Esad bi salan nehiştiye tîma mafên mirovan ya NY’ê derbazî Sûrîye be û dîyar kir ku tîmê binpêkirinên mafan ji dûr ve şopandine.

Wî da zanîn ku tîma NY’ê wê piştgirî bide mijarên ser mafên mirovan û dîyar kir ku jibo guherîna desthilatê hembêzkar û li gor hiqûqa navneteweyî be ewê alîkarî bidin.

Tîmeke vekolînê ya NY’ê jî li Sûrîyê hêvî dike ku delîlên ser sûcên karbidestên payabilind yên hikûmeta berê kom bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG