Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Girjîya li Sûrîyê Banga Aştî û Aramîyê Dike


Berdevikê Medya yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Haq di preskonferasekê de ser girjîya li Sûrîyê axifî.

Haq dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres bang li hemî alîyan dike ku dûrî gurkirina girjîya li herêmê bisekinin.

Li gor daxuyanîya Haq, Guterres daye zanîn ku nûçeyên ser sîvîlan fikaran çêdikin û dîyar kir kiriye ku divê li gor hiqûqa navneteweyî sîvîl û binesazîyên sîvîlan werin parastin.

Guterres gotiye ku divê hemî alî li gor agirbestê tevbigerin û daye zanîn ku NY girîngîyê yekîtîya axa Sûrîyê.

Wî bo girjîya li Îraqê jî bi heman şêweyî banga aştî û aramîyê kir.

XS
SM
MD
LG