Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Piranîya Qurbanîyên Êrîşa Îsraîlê ya li Bakurê Lubnanê Jin û Zarok In


Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku agahîyên ketine destê wê nîşan didin piranîya qurbanîya êrîşa dawî ya Îsraîlê ya li bakurê Lubnanê jin û zarok in.

Berdevkê Ofîsa Mirovan ya NY’ê Jeremy Laurence li ser pirsên rojnamevanan derbarê êrîşa li Aito axifî.

‘’Li gor agahîyên me standine, di êrîşê de 22 kes hatine kuştin ku ji wan 12 jin û 2 jî zarok in.’’

Wî dîyar kir ku ew dibînin êrîş li avahîyeke çarqatî ya rûniştinê çêbûye ku bi rewşê ew ser berevanîya hiqûqa navneteweyî ketine fikaran.

Rema Jamous Imseis, Rêvebirê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY’ê yê jibo Rojhilata Navîn, got ku Îsraîlê jib 20 gundên li başûrê Lubnanê fermana derketinê daye ku vê yekê bandor li pareke ji çar parên wê herêmê kiriye.

Imseis dîyar kir ku niha 25 ji sedê hemwelatîyên herêmê bi fermanên rastexwe yên Îsraîlê yên ser derketinê re rûbirû mane.

Wî got ku mirovên li herêmê jiber rewşa dijwar û fermanên derketinê bê ku tiştekî ji malên xwe rakin ji warên xwe derdikevin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG