Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku pêdivîya alîkarî ya jibo Lubnanê didome.
NY da zanîn ku heta niha bi tenê 17 ji sedê diravên hewce hatiye bi dest xistin û bang dewletan dilxwaz kir ku sozên xwe bi cîh bînin.
Berdevkê OCHA Jens Laerke dîyar kir ku li herêmê rewş roj bi roj xirabtir dibe.
‘’Pêdivî her ku diçe zêdetir dibin û bi alîkarîyan derman, xwarin û sitargeh nayên sitandin. Em hêvî dikin alîkarîyên din demûdest werin dayîn.’’
Wî dîyar kir ku jibo Lubnanê demûdest 436 milyon dolar hewce ne lê heta niha bi tenê 17 ji sedê wê hatiye top kirin.
Berdevkê OCHA got ku heta ku pere neyên top kirin ew nikarin alîkarîyê li herêmê belav bikin.
Jêder: AFP