Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di hevpeyvîneke taybet ji Dengê Amerîka re ragihand ku ‘’tunekirina DAIŞ’ê destpêka dîyalog û gavên demokratik e’’
Mehmûd dîyar kir ku bi têkçûna DAIŞ’ê li Reqa rê li ber civakê vebûye ku kêşeyên xwe bi rêkên aştîyane çareser bike.
‘’Reqa bûbû cîhê tirs, şer, hovîtî û qetlîaman. Demokrasî nemabû li wî bajarî. Mirovên demokrasîxwaz cinawirê ku li wir çêbûbû tune kir.’’ Mehmûd got.
Mehmûd da zanîn ku piştî Reqa ji çekdaran bi temamî were paqij kirin, dê bajar radestî Meclîsa Reqa bikin û dê bajêr Asayîşa Reqa kontrol bike.
Berdevkê YPG’ê bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye dixwaze ji sê alîyan ve Efrînê dorpêç bike û ‘’hêza ku li Rojava çêbûye bifetisîne’’
Mehmud dijî helwesta Tirkîye got ku ‘’çawa ku gel li Kobanê dijî terorê li ber xwe da ewê bi hêman şêweyî li Efrînê jî li ber xwe bide.’’