Bakurê Sûriyê di rewşeke ne asayî de derbas dibe, bi taybet ji sedema gefên zêde yên Tirkiyê yên derbarê êrîş birina ser Minbicê û hemû bajarên li jêr desthilata Îdara Xwecihî ya Kurdan û pêkhateyên din de ye, li wê herêmê.
Daxuyaniya serokê Amerîka Donald Trump, ku gotibû ku Amerîka dê di demeke nêzîk de hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, siya xwe li rewşa wê herêmê kir.
Di heman demê de, şandeke îdara zatî û HSD'ê li Parîs hevdîtin ligel serok û berpirsên Fransa encam didan.
Derbarê van guherînan li Bakurê Sûriyê, Sîhanok Dîbo şêwirmendê hevserokatiya PYD'ê dibêje, tevgera hêzên koalisyonê li Bakurê Sûriyê û xwe bicîhkirina wan, herweha daxuyaniyên Pentagon û wezareta derve ya Amerîka û axaftinên Trump hevdu nagirin.
"Amerîka niha ji herêmê dernakeve û koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê dê demeke din li Sûriyê bimîne."
Dîbo, herwuha dibêje ku şanda ku li Qesra Elysee civîn pêk anî, bo herêmê û Fedraliya Bakurê Sûriyê pêngaveke girîng ya dîplomasî ye.
"Têkiliyên HSD û îdara zatî, bi koalîsyona navnetewî re, ne tenê di çarçeva şerê li dij DAIŞ'ê de ye, heriwha dê jibo îstîqrar û tenahiya li herêmê û Rojhilata Navîn hemiyê be."
Derbarê girtina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û hevalbendên wê yên opozisyona Sûrî, Dibo dibêje, girtina Efrîn demkî ye û ewê di demeke nêzîk de dîsa were rizgar kirin.