Roja Înîyê ajansa North Press ya nêzîkî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li ser zarê çavkanîyeke Amerkî ragihand ku Amerîka bi nîyaz e ku rakirina sizayên Qeyser ji ser deverên jêr kontrola HSD'ê û opozisyona Sûrî dide ber çavan.
Cezayên Qeyser sala 2019'an bi awayekî fermî ji alîyê Amerîkayê ve hatin danîn ser rejîma Sûrî jiber tawanên armanckirina sivîlên Sûrî.
Li gor agahîyan, dê ew sizayên Qeyserê li ser rejîma sûrîyê bimînin, herwisa dê ser herêmên jêr kontirola rêxistina tund Heyet Tehrîr El-Şam, anku Cebhet El Nusra, ew dê karîger bimînin.
Ji hin çavkaniyên Amerîkî hatiye zanîn ku Washington dixwaze sizayên ku di çarçoveya yasaya Qeyser de li ser bakur rojhilat û bakur û rojavaya Sûriyê, ji bilî deverên di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam de, ji holê rake.
Li gor çavdêran, heger ev yek pêk were dê têkilîyên Rêvebirîya Xweser bi teybet di warê aborî de herêmê geş bike.
Çavdêr Dilbrîn Xelo dibêje: "Heger siza ji ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê rabin, dê bandoreke erênî li ser rewşa herêmê bike û dê Rêvebirîya Xweser ji fişarên rejîma Sûriyê xilas bike."
Li alîyekî din, jêderekî ji nava Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re ev agahî piştrast kir. Jêdera ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku hewlên Amerîkî yên rijd hene ku dergehê sînorî yê Til Koçer-Rebîa careke din pêş alîkarîyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî vebe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku armanca sizayên Qeyser ew e ku rejîma Sûrî ji çavkanîyên ku bikarin krîza Sûrîyê dirêj bikin bêpar bike.