Her du hêzên Rûsî û Tirkî piştî nêzîkî salekê ji rawestandina nobedarîyên hevbeş li bakur rojhilata Sûrîyê, jinûve dest bi meşandina van nobedarîyan kirin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya roja Înê bi daxuyaîyekê ragihand ku nobedarîyeke hevbeş li bakurê parêzgeha Hesekê û 10 km dûr ji sînor pêk hatiye.
Wezaretê dîyar kir ku armanca nobedarîyên hevbeş şopandin e da ku dîsa pevçûnên leşkerî dernekevin û wiha domand: "Encamên nobedarîyên hevbeş yên Rûsî – Tirkî careke din piştrast kirin ku hebûna leşkerên Rûsya li ser axa Sûrîyê garantîya aştî û aramîya herêmê ye".
Tê zanîn ku belavbûna hêzên Rûsî li Rojhilata Feratê piştî vekişîna beşkî ya Amerîka sala 2019an çêbibû, ev hêz li çend bingehan li Kobanê û li Firokxaneya Qamişlo bicîh dibin.
Şîrovekarê sîyasî Dr. Mîrzad Hajim li ser vegera meşandina nobedarîyên hevbeş ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku, Rûsya li herêmê welatekî gerantor e û Sûrîya jibo wê pir girîng e, herwiha naxweza ev welat jihev bikeve.
"Rûsya dizane proje û planên Tirkîyê li Sûrîyê çi ne û dixwaze wan biseknîne, lê Tikrîyê welatekî NATO ye û Rûsya nikare êrîşên wê rawestîne, loma tenê hişyarîyê dide, herwiha pêdivîya Rûsya bi Tirkîyê li Ukrayna û Derya Reş jî heye", Hajim got.
Ji alîyê xwe ve Wezareta Berevanî ya Tirkîyê dîyar kir ku wan ji Mijdara sala 2019an ta Cotmaha sala par 344 nobedarîyên hevbeş bi hêzên Rûsî re li bakur rojhilata Sûrîyê meşandine. Wê îdîa kir ku jiber sedemên ewlehîyê ev nobedarî ji sala par de hatine rawestandin.
Tê zanîn ku artêşa Tirk hemdemî rawestandina nobedarîyan êrîşeke berfireh bi balafiran anîbû ser herêma bakur rojhilata Sûrîyê û herî zêde binesazîya aborî bombebaran kiribû.
Lêkolerê li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Raman Reşwanî derbarê jinûve destpêkirina nobedarîyên Rûsî – Tirkî, dibîne ku ev yek dikeve çarçoveya hewildanên Moskoyê jibo nêzîkirina Şam û Enqereyê ku ne dûr e lihevkirinên nû di navbera wan de hebin.
"Ev nobedarî nayên wateya pabendbûna Rûsya bi ewlehîya herêma bakur rojhilata Sûrîyê, jiber ku Tirkîyê bi berdewamî êrîşî herêmê dike û binesazîya wî jî armanc dike, lê Rûsya bêdeng e. Herwiha di heman dema vegera meşandina nobedarîyan de Tirkîyê navenda hêzên Asayîşê li Qamişlo bombebaran kir", Reşwanî got.
Cihê bîrxistinê ye ku her du serokên Rûsya û Tirkîyê di civîna li Soçî di 22yê Cotmeha 2019an de, anku piştî dagirkirina Tirkîyê ji Serkanîyê û Girêspî re, li ser protokolekê lihev kiribûn.
Li gor wê lihevkirinê nobedarîyên hevbeş yên hêzên Rûsî û Tirkî li deverên sînorî digerin, ji wê demê de ev ger bi taybet li gundewarên Kobanê, Dirbêsîyê û Zirganê pêk hatine.
Hêjayî balkişandinê ye ku me hewil da xwe bighînin Hêzên Sûrîya Demokratîk derbarê helwesta wan ji gera nobedarîyên hevbeş yên Rûsî – Tirkî ku jinûve destpêkirine, lê ta amadekirina vê raportê me ti bersiv ji wan wernegirt.