Korya Bakur rahênana êrîşa navokî ya taktîkî pêk anî ku tê de 2 mûşekên Kruzê yên dûravêj hene ji bo "hişyarîkirina dijminan" ku welat dê di rewşa şerê navokî de amade be, ajansa nûçeyan a dewletê KCNA roja Yekşemê got.
KCNA got ku rahênan roja Şemiyê bi serkeftî hat kirin û du mûşekên krûzê yên ku serikên navokî yên sexte hilgirtibûn ber bi Deryaya Rojava ya nîvgirava Koryayê ve hatin avêtin û 1500 km (930 mîl) li bilindahiya 150 metre firiyan.
Pyongyang her wiha got ku ew ê li dijî Amerîka û Korya Başûr tedbîrên xwe yên leşkerî xurt bikin. Leşkerê Korya Başûr got ku îdiaya serketinê dibe ku mubalexe be ji ber ku "hemû bi ser neketin," nûçeya Yonhap ya Seoul, ji ser zarê karbidestekî payebilind yê fermandariya hevbeş ragihand.
Taqîkirina moşekî ya herî dawî hat piştî rahênan hevpar a salane di navbera Korya Başûr û Amerîkayê de, ku bi navê Mertala Ulchi Freedom tê zanîn, roja Pêncşemê bi dawî bû. Rahênanên esmanî bi bombeavêjên B-1B pêk anîn.
Koreya Bakur tedbîrên xwe yên leşkerî li dijî Washington û Seul zêde dike û rexne li peymana lûtkeya meha borî ya di navbera herduyan de li ser baştirkirina hevkarîyên leşkerî girt.
Çavkanî: Reuters