Hêzên rijêma Sûrî bi hevalbendên xwe re amadekariyan jibo şerê komelên çekdar li Îdlibê dike û hêvî dike ku ew şerê dawî yê derxistina rikaberên xwe li Sûriyê be.
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka VOA re, Newroz Cimo got, ew bawer nake ku Cebhet al-Nusra bikaribe şer li Îdlibê bike.
"Rêkên revê li Cebhet al-Nusra hatine girtin û Tirkiyê jî rê li wan girtiye. Loma ew nikarin şer bikin, lê eger şer bû wê derdek mirovanî rû bide çinku komelên çekdar di nav sivîlan de ne."
Xanim Cimo got jî rejîm şerê hêzên YPG'ê nake û ew bi hevre kar dikin.