Helbestvanê Elmanî Rainer Maria Rilke dibêje: "Helbestvan ew e yê ku bê helbest nikare bijî."
Helbestvanê kurd Hefîz Ebdilrehman yek ji wan helbestvanê ku herdem helbest palgeha wî bû, di hemû beşên jiyan wî de tevî ku ta roja îro tu dîwan bi helbestên xwe belav nekirye.
Hefîz yê ku li bajarê Qamişlo çavên xwe di nav pirtûkên ola islamî de vekir li kêleka helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran...bû evîndarê ritim û ristên zimanê kurdî û li ber destê bavê xwe hînî wêjeya kilasîka kurdî bû.
di xortaniya xwe de tevlî xebata siyasî ya kurdên sûriyê bû û li wir hînî nivîsîn û xwendina tîpên latînî bû ya ku dergehek nû li ber wî vekir û berî wî da helbesta serbest û bi ser Ehmed Arif ve vebû û Şêrgo Bêkes û helbesta serbest ya kurd û Erebî û zimanê din di herêmê de.
Di destpêka xwe de bû endamê desteya rêvebir ya kovara"Stêr"li Qamişlo, piştî dehên salan wî û hevalên xwe Selam Darî , Siyamend Îbrahîm kovara "ASO" derxistin ku di wê demê de gavek nû bû di rojnamegeriya kurdî de li Sûriyê.
Ji aliyekî din ve jî wî û çend hevalên din du pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî ji bo zarokan derxistin ( Keskesor û Pirtûka min).
Ji bilî helbestê,Hefîz mijûlê xebatên mafên mirovan bû li Sûriyê û ji ber vê yekê li ser destê rêjîma Bess li Sûriyê hate zindan kirin û di wê demê de hemû erşîf û belge û helbestên wî hatin binçav kirin.
Nuha Hefîz tevî malbata xwe li Elmaniya dijî û hîna jî xebatên xwe di warê ziman û nivîsîna helbestê de berdewam dike.
Ev sê helbestên bi dengê Hefîz Ebdilrehman in: