Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Sidqî Hirorî û Kêşeya Zimanê Kurdî li Tirkîyê


Jinên Kurd li Tirkîyê di xwepêşandaneke de daxwaza fermî kirina zimanê Kurdî dikin.
Jinên Kurd li Tirkîyê di xwepêşandaneke de daxwaza fermî kirina zimanê Kurdî dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Sidqî Hirorî qala nêrînên xwe yên derbarê niqaşên zimanê Kurdî dike.

Birêz Hirorî dibêje, dewleta Tirk naxwaze Kurdan wekî gelekî cihê qabûl bike. Çareserîya karbidestên Tirkan ev e ku, di çarçoveya hemwelatîbûnê de çend mafan bidine Kurdan û kêşeyên heyî çareser bikin. Daxuyanîya Serokomar Gul ya li Dîyabekirê jî wê helwestê bi zelalî eşkere dike.

Sidqî Hirorî her wiha dibêje, divê hebûna zimanê Kurdî bi qanûna bingehîn were parastin û Kurdî bibe zimanê perwerde û îdarî li herêmên ku Kurd lê dijîn.

Nivîskar Hirorî ku heman demê de berpirsê malpera www.Kulturname.com e dibêje, di gaveke nîzîk de emê jinûve malperê zindî bikin û bînine pêş xwendvanan.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.

XS
SM
MD
LG