Îro Sersala Kurdan Newroz e. Kurdên seranser cîhanê bi şahî û dîlanan cejna xwe pîroz dikin.
Li Akrê di pîrozbahîyên Newrozê de dîmenên pir bedew peyda bûn:
Jiber rewşa Efrînê, ku di 18'ê Adarê de kete bin kontrola artêşa Tirkîyê, îsal Kurd Newrozê li gor salên berê xemgîntir pîroz dikin, lê soza azadkirina wî bajarî didin.
Li Amedê jî tevî hebûna rewşa awarte, bi sed hezaran kes li qada Newrozê kom bûn:
Em jî wekî "Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Newroza we hemîyan pîroz dikin.
Hêvîya me ev e ku Newroz bibe roja azadî, wekhevî, biratî û dilxweşî.