Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Dibêje Ewê Netanyahu ligel Biden û Harris Civînên Cihê Bike


Ji civîneke berê ya Biden û Netanyahu (arşîv).
Ji civîneke berê ya Biden û Netanyahu (arşîv).

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê sibe Pênceşmê li Qesra Sipî mêvandarîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, Biden wê bi Netanyahu re ser danûstandinên derbarê agirbesta li Gazayê û berdana dîlan biaxive.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris jî wê bi Netanyahu re civîneke cihê çêke.

Rêberê Îsraîlî îro Çarşemê li Kongresê ser rewşa herêmê axaftinekê pêşkêş dike.

Axaftina Netanyahu li vê demê rast tê ku hin endamên Kongresê ser rewşa li Gaza nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Misir, Qatar û Amerîka hewil didin ku Îsraîl û Hamas peymaneke agirbestê îmza bikin.

Netanyahu ser agirbestê got ku ewê her tişt bi derbekê re çênebe û dîyar kir ku ew bawer dike ewê peymanê pêşve bibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG