Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu ji Komarîyan re Dibêje Ewê Şerê Dijî Hamasê Bidomînin


Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu îro Çarşemê ji senatorên Komarî yên Amerîkî re got ku Îsraîl wê bizavên xwe yên ji bo têkbirina Hamasê li Kerta Gazayê bidomîne.

Senator Jim Risch piştî firavîna partîya xwe ji rojnamevanan re got got Netanyahu wê tiştê ku gotîye wê bi cîh bîne û dawîya Hamasê bîne.

Netanyahu, ku bi rêya vîdyoyê bi senatorên Komarî re axifî, hefteyeke piştî rexneyên tund yên rêberê piranîya Demokratên Civata Senatoran, Chuck Schumer axifî ku Netanyahu wekî astengeke li pêşîya aştîyê nîşan dabû û daxwaza hilbijartinên nû li Îsralê kiribû.

Senatorê Komarî John Barrasso jî got ku wan ji Netanyahu xwest ku wan li ser rewşa li herêmê agahdar bike û wan derheqa şer, bestberdana dîl û hewildanên şikandina Hamasê peyîvîn.

“Me ji wî re got ku her mafê Îsraîlê xwe heye ku xwe biparêze û wî jî got ku ewê bi berdewamî parastina xwe bikin.”

Berdevkekî Schumer ji Reutersê re got ku Netanyahu pêşnîyaz kirîye ku bi Demokratan re jî biaxife, lê Schumer ew yek red kirîye û gotîye ku divê axaftin ne partîzanî bin.

"Ez ji dil xema Îsraîlê û siberoja wê ya demdirêj dikim. Dema ku meriv vê mijarê bikin babeteke partîzanî, zararê didin doza piştgirîya Îsraîlê."

XS
SM
MD
LG