Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem Şîroveya Netanyahu Piştî Kuştina Haniye li Tehranê


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

BEYRUT — Rêberê siyasî yê Hamasê roja Çarşemê di êrîşeke aesmanî ya serê sibê li paytexta Îranê hat kuştin.

Milîtanên Hamasê û Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê gefên tolhildanê ragihandin.

Bo cara yekê piştî kuştina Hanîye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derket pêşberî raya giştî û peyamek kurt pêşkeş kir.

Netanyahu got ku Îsraîl "dê berdêlên giran ji her êrîşek li dijî me li her eniyekê bistîne," lê behsa kuştinê nekir, tenê got ku "Rojên dijwar li pêş me ne."

Îsraîlê soza kuştina Îsmaîl Hanîye û lîderên din yên Hamasê di meha Cotmehê de dabû, piştî ku milîtanên wê rêxistinê ji nişka ve êrîşî başûrê îsraîlê kirbûn ku Îsraîl dibêje nêzî1200 kes di wê êrîşê de hatbûn kuştin û nêzî 250 kes dîl girtbûn.

Çend demjimêran piştî ku Îsraîl fermandarek payebilind yê hizbullaha hevalbenda Îranê û Hmasê li paytexta Libnanê, Beyrûtê kir armanc, êrîşa li dijî Hanyîle li Paytext Tehran pêkhat.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Çarşemê di gotarekê de piştrast kir ku Îsraîlê di van rojên dawî de derbeyêngiran li dijminên xwe xistiye û ew ji hemû gefan re amade ye, bêyî ku behsa kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Heamasê Îsmaîl Hanîye bike.

Di axaftineke kurt de, Netanyahu piştrast kir ku artêşa Israîlî êrîşa ku tê de Fûad Şukr, serkirdeyê leşkerî yê herî navdar yê Hizbullahê û berpirsê wê yê karûbarên stratejîk hatiye kuştin, kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Şukr berpirsyarê komkujiya Mejdal Şems e û got, "Me hesabê bi wî re girt, her kesê ku gefan li me dixwe û zirarê dide me em ê hesabê jî bigrin."

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG