Rojnamevan Ahmet Nesîn ku bi awayekî sembolîk edîtorîya rojnameya Ozgür Gundem kiribû û berî 10 rojan hatibû girtin, îro hate berdan.
Dadgeha Stenbolê di bersîva serîledana parêzvanê Nesîn de, îro Înê biryara berdana Nesîn da û ew ji girtîgehê hat derxistin.
Nesîn, ligel Şebnem Korur Fîncanci ve Erol Onderoglu hatibû girtin, bi sedema ku wan bi rêya çapemenîyê “belavkirina propogandaya terorê” hatibûn girtin.
Fîncanci û Onderoglu do hatibûn azad kirin, lê hatibû ragihandin ku Nesîn jiber dozeke din ya hember wî nehatiye berdan.
Hêjayî balkişandinê ye ku girtina Nesîn, Fîncanci û Onderoglu di bîragiştî ya navnetewî de bûbû nerazîbûnên pir tund û gelek rêxistinên azadîya raman û ragihandinê daxwaza azadkirina wan kiribû.