Çalakvan û wergira xelata Nobel ya Aştîyê Nêrgiz Mihemedî banga piştgirîyê dike jibo kempeyneke nû dijî binpêkirina seksî ya çalakvanên û xwepêşanderên girtî di zindanên Îranê de.
Mihemedî, ku ew bi xwe jî di zindanê de ye, roja Sêşemê bang li qurbanîyan kir ku "çîrokên xwe yên taybet parve bikin."
“Destdirêjîya seksî, êrîşkirin û destavêtina seksî alavên êşkence, tirsandin û mikurhatina bi zorê ne ku hikûmet bikar tînin jibo tevgerên xwepêşandanan yên gelêrê biçewisînin,” Mihemedî di postekê ser Instagram nivîsî.
Posta Mihemedî bal kişand ser raportên berfireh yên derbarê êşkenceyê li Zindana Kahrîzak yên salên 1980’î ku tê de “hinek karbidestên Komara Îslamî ya Îranê li binpêkirina seksî ya girtî û zindanîyan mikur hatin,” li gor daxuyanîya Mihemedî.
Piştî xwepêşandanên 2009’an li Îranê, Zindana Kahrîzak li başûrê Tehranê bal kişandibû jiber salixdanên destavêtin û êşkenceya girtîyan ku li wir çêbûbûn.
Nêrgiz Mihemedî got ku kiryarên destdirêjî û destavêtina seksî ya çalakvan û xwepêşanderan, ku bi awayekî veşartî ji alîyê hikûmetê ve tên erêkirin, hîn jî di zindanên Îranê de didomin.
“Kesên ev kar kirine û yên ku rê dane van hovîtîyan yekcar rastî berpirsîkirinê nebûne. Li şûna wê yekê, kesên ku li dijî destdirêjîya seksî li hundirê Komara Îslamî diaxivin rastî zordarî û cezakirinê hatine,” wê got.
Rêxistinên mafên mirov wekî Human Rights Watch (HRW), Amnesty International û yên din, dibêjin ku wan tundûtûjîya seksî di zindanên Îranê de wekî alaveke bêdengkirina rikaberîyê belge kirine.
Karbidestên Îranê red dikin ku kiryarên wisa di zindanên wan de çê dibin. Tehran bi berdewamî daxwazên rêxistinên navnetewî jibo derbasî zindanan bibin û vekolînan bikin red kiriye.
Mihemedî ya 52 salî sê cezayên zindankirinê ji dadgehê wergirtine, jiber axaftina wê li ser destdirêjîyê. Li ber e ew 7’ê Hezîranê bo cara çaran were darizandin.