Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî jiber Sedemên Saxlemîyê bi Demkî Azad Dike


Desthilatdarên Îranê Nêrgiz Mihemedî, xwedîyê Xelata Nobelê ya Aştîyê ku ji Mijdara 2021ê ve jiber têkoşîna wê ya li dijî hîcaba mecbûrî û li dijî cezayê îdamê li wî welatî ketibû zîndanê, li gor parêzerê wê îro Çarşemê jiber sedemên pizîşkî jibo heyama sê hefteyan hat berdan.

Parêzerê wê Mistefa Nîlî got, “Li ser daxwaza pizîşkê dadwerî, Serdozgerîya Komarê ya Tehranê cîhkirina hikmê ku derbarê Nêrgiz Mihemedî de hatibû dayîn bo heyama 3 hefteyan rawestand û ew hat berdan.”

Rêxistina Hengaw iro Çarşemê li ser platforma X ragihand ku Nêrgiz Mihemedî bo 21 rojan serbest hatiye berdan û wêneyên wê yên pêşî yên piştî derketina ji girtîgehê weşandin ku wêneya Jîna Emînî di dest de ye û banga wekhevîyê dike û li dijî cudakarîya zayîndeyî dibêje "Na ji apartheidê re."

Hêjayî gotinê ye ku rûpela Nêrgiz Mihemedî bi weşandina van wêneyan ragihandîye: “Em li Weqfa Nergizê daxwaza dirêjkirina taloqkirina hukmê herî kêm bo sê mehan û azadkirina bê şert û merc a Nêrgiz Mihemedî dikin”.

Di Îlona borî de, çalakvana Îranî ji girtîgehê bang li civaka navdewletî kiribû ku "bêdengîyê xwe" li hember "çewsandina jinan" li nava welatê wê bişkînin.

Li gor ajansa AFP, Mihemedî di peyama ku kesên nêzî wê li ser medyaya civakî parve kirin de wiha got, “Ez bang li sazîyên navneteweyî û gelên cîhanê dikim ku bikevin nava liv û tevgerê, bêndegî û bêxemîya xwe li hember cudakarî û regezperistîya têkder ya oldar û hikûmetên olî yên zordar û çewsêner yên dijî jinan rawestin."

Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw îro Çarşemê raportek li ser darvekirina jinekê li girtîgeha Navendî ya Îsfehanê weşand.

Çalakvana mafên jinan ji Mijdara 2021’an ve li girtîgehê ye û temenê wê 52 sal e. Ew di heyama 25 salên borî de gelek caran hatiye mehkûm kirin û zêdetir ji carekê hatiye zîndan kirin, jiber redkirina wê ji hicaba mecbûrî û cezayê îdamê ku bi domdarî li Îranê tên ferz kirin û pêkanîn.

Di demên borî de, Mihemedî di çend peyamên cuda de, tekez li ser rêzgirtina azadîya şexsî û binpêkirinên li dij mafên jinan li Îranê û welatên Rojhilata Navîn kirîye.

Jêder: AFP/Hengaw

XS
SM
MD
LG