Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Alîkarî Digehîne Navenda Erdheja Nepalê, Hejmara Kuştîyan jî Giheşt 5,000 Kesan


Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, ew îro Çarşemê dest bi belavkirina xwarin û dermanan li nêzîkî navenda erdheja li Nepalê dike ku dora 5,000 hezar kes tê de hatibûn kuştibûn.

Hewlên rêxistina Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) li devera Gorkha di vê demê de tê ku karbidestên Nepalî jî soz didin ku bersîvdana wan ya bo belavkirina av û xwarin û peydakirina stergeh wê îro Çarşemê baştir be.

Hevdem, tîmên lêgerîn û hawarçûnê berdewam li kavilan digerin ku kesên sax derxînin.

Derengîya Sêşemê, tîmeke Fransî zilamek ku dora 80 seet di bin xanîyê wî yê hilweşî ase mabû, li paytaxt Kathmandu rizgar kir.

Rojnamevanê Dengê Amerîka Steve Herman ku niha li Nepalê ye got, tîmeke Çînî ku xwedîyê alavên pêşketî ye, xwe gîhand bajarokê Sankhu ya li rojhilata Kathmandu. Lê endamekî wê tîmê gotiye ku piştî ew qas dem, dijwar e ku ew kesên sax di bin kavilan de derxînin.

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku erdhejê bandor li ser 8 mîlyon kesan kiriye û 1.4 mîlyon kes hewceyî xwarinê ne.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî do Sêşemê ragihandibû ku hejmara kuştîyan giheştiye dora 5,000 kesan û herî kêm 10,000 kesên din jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye Alîkara Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Valerie Amos ku ji Karên Miravahî berpirs e, sibe Pêncşmê dihere Nepalê ku operasyonên li wî welatî li erdê bişopîne.

XS
SM
MD
LG