Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî sedana Tirkîyê kir. Barzanî li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê Sazîya Îstixbarata Netewî (MIT) Îbrahîm Kalin re civîya.
Pisporê Têkilîyên Navnetewî û Zanyarê Sîyasî Prof. Dr. Huseyin Şeyhanlioglu hatina Nêçîrvan Barzanî ji Dengê Amerîka yê re nirxand.
“Li Rojhilata Navîn sîstemeke nû tê ava kirin. Di vê çarçoveyê de Tirkîyê dixwaze ku bi herêma Kurdistanê re tifaqeke nû çêke. Di alîyê din de jî PKK û DEM Partî nêzîkî hev in, ku Dewlet Bahçelî jî di rojên borî de li ser aştîyê rawestîya. Tirkîye jî dixwaze ku pirsgirêkên xwe çareser bike. Nêçîrvan Barzanî jî di vê çarçoveyê de hate Tirkîyê.”
Piştî serdana Barzanî, hate ragihandin ku ew li ser ewlehî, enerjî û pêywendîyên herêmî yên Enqerê û Hewlêrê rawestîyane.
Barzanî di hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew bi Erdogan re ser xurtkirina aramîya herêmê û pêşvebirina peywendîyan axifîne.
Wezareta Derva ya Tirkîyê jî ragihand ku Erdogan û Barzanî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê û derbarê bûyerên herêmî û cîhanê danûstandin kirine.
Serdana Nêçîrvan Barzanî di nav medyaya Tirkîyê de jî hate nîqaş kirin. Ji wan, hin sazîyên medyayê wek serdaneke teknîkî nîşan didin jî lê hinekên din di şîroveyên xwe de cî dan geşedanên dawî û serdana Barzanî wek daxwazeke Tirkîyê nîrxandin.
Li gor îdiayeke din, Tirkîyê bi rêka Barzanî peyameke taybet ji PKK’ê re şandîye, lê di vî warî de ti pêzanîneke berbiçav tuneye.
Lê, pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut dibêje ew bawer nake ku Nêçîrvan Barzanî jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibe.
“Jiber ku di helwesta dewletê de çareserî tuneye, ne Bahçelî ne jî Erdogan çareserîyê naxwazin. Daxwazê wan ew e ku DEM Partî piştgirî bide û ew jî makezagoneke nû amade bikin. Lê, dibe ku Barzanî di vê pêvajoyê de xwestibe ku piştgirî bide Erdogan, ya duyê jî li Herêma Kurdistanê hilbijartin hene yek jî operason didomin, pêkan e li ser vê xetê hatibe,” Bulut got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Erdogan û Barzanî herî dawî meha Nîsana 2024’an de, dema Erdogan serdana Hewlêrê kiribû civîbûn.