Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 2 Rojnamevanan li Rojava li Tirkîyê Rastî Reaksîyonên Xurt Tê


Li Rojava kuştina du rojnamevanan; Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji alîyê jimareke parêzvanên mafên mirovan, partîyên sîyasî, sazîyên hiqûqê û sazîyên çapemenîyê ve hate şermezar kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan hemberî van kuştina bertek nîşan da û got ku li Rojava bi firandina dronan ev pirsgirêk nayê çareser kirin.

Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu li ser kuştina rojnamevanan ji Dengê Amerîkayê re got ku Daştan û Bîlgîn bi nûçeyên xwe bi hezaran kes ronî kirine.

"Ev her du hevalên me pêşî li Tirkîyê bûn, lê piştî pêşhatên liSûrîyê bi salan e li wê derê dixebitîn. Bi gelek nûçeyên xwe neheqîyên ku Artêşa Azad ya Sûrîyê pêk dihanî ragihandin. Bi nûçe û raportên xwe gelek kes agahdar kirin û di bin şert û mercên dijwar de dest ji karên xwe bernedan. Lê ew her du bi dronên Tirkîyê hatin kuştin."

Kuştina 2 Rojnamevanên Kurd li Amedê Hat Şermezar Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

Muftuoglu dîyar kir ku Tirkîye wek li hindurê welêt, li dervayê welêt jî mafên rojnamevanan ji destê wan digire.

"Tirkîye naxwaze ku dengê Kurdan, daxwazên wan, komkujîyên ku li ser Kurdan tên kirin werin bîhîstin. Jiber vê sedemê ev her du rojnameger bi zanetî bûn armanca êrîşa dronên Tirkîyê. Bi nêrîna min ev ne tesadufî ye, kuştinkarîyeke bi mebest e. Çi dibe bila bibe emê rastîyan ji hemî cîhanê re ragihînin."

Hejmareke sazî û kesîtî jî li hemberî van kuştina bertek nîşan dan. Komela Hiqûqzanên Azad (OHD) ragihand ku ev kuştinên ku Tirkîyê dike sûcên şer in û ew nikarin pêşîya bihîstina rastîyan rawestînin.

Sendîkaya Rojnamevanan, DÎSK BASIN ÎŞ jî ev erîş bi tundî şermezar kir û got ku ewên ku rojnamevan li Sûrîyê, lî Filîstînê kuştine wê li pêş edeletê hesab bidin.

Koalîsyona jibo Jinên Nava Rojnamevanîyê (CFWIJ) jî li ser kuştina Daştan û Bîlgîn got ku ev kuştinkarî bi zanebûn e loma jî bi tundî şermezar dike.

Li Wanê Şermezarkirina Kuştina 2 Rojnamevanên Kurd li Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî kuştin bi tundî şermazerî kir.

"Yên ku vîna Rojava armanc girtiye xwe bi sûcê şer ve girêdane û sivîlan dikujin û rojnamevan hedef digirin. Her kî ji van sûcan re bê deng bimîne ew dibin şîrîkên şer. Em ji çapemenîya azad re sersaxî dixwazin."

Rêxistinên din wek Tevgere Jinên Azad, Komela Mafên Mirov (ÎHD), Sendîka Kedkarên Saxlemîyê (SES), Pen International û hin rêxistinên din jî li hemberî van kuştina bertek nîşan dan.

Hêjayî balkişandinê ye ku ser kuştina van du rojnamevan ji alîyên karbidestên Tirkîyê ve ti daxuyanîy nehatîye dayîn.

ED_12_20_2024_Dastan_Bilgin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
XS
SM
MD
LG