Deh sal derbas bûn bi ser serhildana gelê Sûrî ya ku jibo mafên siyasî û jiyanek baştir hatbû destpêkirin, lê armanca serhildanê wergeriya kabosek mezin bo hemû pêkhateyên Sûrî.
Ew serhildana piştî çend mehan bû şerek navxwe yê demdirêj, têde zêdeyî nîv mîlyon Sûrî hatin kuştin. Zêdeyî 23 mîlyon Sûriyan di nava welat û derveyî welatê xwe koçber bûn.
Newaf Xelîl, rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya gote Dengê Amerîka (VOA) kû çareserî li ser helwîstê Amerîka di mîne û ka rêveberiya serok Biden dê çi setratîjiyê li Rojhilata Navîn peyrew bike.