Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navalny Bang li Alîgirên Xwe Dike ku Dakevin Kolanan


Li Moskow xwepêşanda alîgirên Navalny ya li ber navenda polîsan ku ev tê de ye. 18 Rêbendan,2021
Li Moskow xwepêşanda alîgirên Navalny ya li ber navenda polîsan ku ev tê de ye. 18 Rêbendan,2021

Rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny îro Duşemê bang li Rûsan kir da ku bi armanca protestokirina biryara girtina wî dakevin kolanan.

Dadwerekî Rûsî îro di saetên zûtirîn de biryara desteserkirina Navalny ya heya roja dadgehê jibo 30 rojan dirêj kiribû.

Navalny bi vîdyoyeke ku ser YouTube hate weşandin hemberî biryarê peyameke belav kir.

“Netirsin, dakevin kolanan. Jibo min dernekevin derve, jibo xwe û pêşeroja xwe derkevin, ” Navalny got.

Navalny roja Yekşemê ji Almanya vegerîyabû Rûsya û li balafirgeha Sheremetyevo ya li Moskow di kontrola pasaportê de hatibû binçavkirin.

Navaln ji havîna borî ji dema jahrkirina wî û vir ve cara yekê bû ku diçû welatê xwe.

Berdevkê Navalny Kira Yarmysh li ser Twitter'ê biryara dadgehê piştrast kir.

Neteweyên Yekbûyî (N.Y) û welatên Rojavayî ji Rûsyayê daxwaz kirin ku tavilê siyasetvanê rexnegir demûdest berdea û herwiha hin welatan jî banga toleyên nû kirin.

Girtina Navalny bû sedema rexneyên Amerîka û Ewrupa, û hevdem alozîya heyî ya di navbera Rusya û Rojava de ku niha heyî, zêde kir.

Hêjayê birxistinê ye ku Aleksî Navalny ku rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e, piştî jahrkirina wî ya di 22'yê Tebaxa 2020'ê de, jibo dermankirine li Almanya bû.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û piştre ji nexweşxanê hatibû derxistin.

Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.

Rûsya tevlîbûna Kremlin ya jahrîkirina Navalny red dike û Almanya jibo nedana delîlên di derbarê jahrkirinê de tawanbar dike.



XS
SM
MD
LG