Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: NATO Çînê Wek Dijmina Xwe Nabîne


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Duşemê dîyar kir ku rêberên NATO'yê Çînê wek dijmina xwe nabînin.

Wî got ku ew bi heman awayî ku Rûsyayê wek neyar dibînin, li Çînê nanêrin lê pêdîvî ye ku ew li ser bandora Çînê, ku bi berdewamî xurttir dibe, li hev bikin.

Johnson îro di hilcivîna NATO'yê ya li Brukselê di derbarê Çînê de bi rojnamevanan re axifî.

" Çîn di jîyana me de rastîyeke girîng e û jibo NATO'yê mijarake nirxandina stratejîk ya nû ye. Ez bawer nakim ku îro kesekî li dora maseyê dixwaze bi Çînê re bikeve Şerekî Sar ya nû."

Johnson bi berdewamî got ku endamên NATO'yê astengîyên pêşîya xwe dibînin, lê ew derfetan jî dibînin. "Û ez difikirim ku ya ku divê em bikin ev e ku em bi hev re bikin,” Johnson got.

Rêberên NATO'yê amadekarîyê dikin ku nêrînên xwe ya ser Çînê û di derbarê bandora wê û pirsgirêkên ewlehîyên daxuyanîyekê ragihînin.

XS
SM
MD
LG