Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Înê got ku Serokê Amerîka Joe Biden û hevalbendên wî hevbîr bûn ku hin Hêzên Bersîvdanê bişînin endamên wan yên li rojhilatê ku cîranên Ukraynayê ne.
Stoltenberg, piştî civîna endamên NATOyê ew daxuyanî da û got ku ew hêz bi rêka erd, esman û deryayê werin cîhanîn.
Wî zelal nekir ku hejmara hêzên ku werine şandin wê çi be, lê pispor bi bîr tînin ku di wê hêzê de 40 hezar leşker cîh digirin.