Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Bang li Amerîka û Tirkîyê Dike ku Çareserîyekê bo Kêşeyê Bibînin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenerg bang li Amerîka û Tirkîyê kir ku bo kêşeya di navbera wan de çareserîyekê bibînin.

Tirkîyê, karmendekî Balyozxaneya Amerîka ya li Stenbolê bi tohmeta ku peywendîya wî bi ‘’FETO’’ re heye girtibû û ser vê Washingtonê li mîsyonên xwe yên dîplomatîk yên li Tirkîyê, karên vîza yên ne jibo koçberan rawestandibû.

Tirkîyê jî li dû Amerîka bi eynî şiklî bersîv dabû û xizmetên vîza dijî wî welatî rawestandibû.

Stoltenberg ji AFP’ê re dîyar kir ku Tirkîye di têkoşîna dijî terorê de rolekî girîng dilîze û hevkarîya wî welatî û Amerîka bo tifaqê pêwîst e.

‘’Em her dem jibo alîkarîyê amade ne, lê em dizanin ku Amerîka û Tirkîye niha peywendî çêkirine û derbarê van kêşeyan diaxifin’’ Stoltenberg got.

XS
SM
MD
LG