Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbendên NATO Dibêjin Ewê Berevanîya Ukrayna Xurt Bikin


Konseya NATO û Ukrayna îro Çarşemê piştî êrîşên giran yên Rûsya yên dijî sîvîl û binesazîyan kom bû.

Hevbendên NATO ew êrîşên Rûsya şermezar kirin û careke din piştrast kirin ku ew ser xurtkirina berevanîya Ukrayna bi biryar in.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbeg dîyar kir ku Ukrayna her roj bi sekinandina muşekên Rûs gelek kesan ji mirinê difilitîne, lê jibo domdarîya berevanîyê divê Kîev pirtir piştgirîyê bistîne.

Stoltenberg got hevbendên NATO careke din piştrast dikin ku ew piştgirîyên xwe yên leşkerî yên jibo Ukrayna zêde dikin.

Wî dîyar kir ku domdarîya alîkarîyan jibo têkneçûna Ukrayna pir girîng e.

Ji dagirkerîya Rûsya ya Ukrayna vir ve, ku Sibata 2022’yan destpê kir, hevbendên NATO alîkarîyê didin Kîevê.

Meha Tîrmehê, di hilcivîna NATO, jimareke hevbendan ragihand ku Patriot jî di nav de ewê sîstemên berevanîyê bişînin Ukrayna û wan qebûl kir ku ew sala pêş alîkarîya ewlekarîyê ya herî kêm bi 40 mîlyar euroyî bikin.

Hevbendan li hev kir kir jibo kordînekirina alîkarîyên ewlekarî û perwerdeyê berpirsî li ser fermandarîyeke nû ya NATO be ku ewê meha Îlonê dest bi kar bike.

Civîna îro li ser daxwaza Ukrayna çêbû û di asta balyozan de li dar ket.

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov bi rêka vîdeokonferansê rewşa şer û pêdivîyên wan yên serekî ragihandin.

Konseya NATO û Ukrayna, Tîrmeha 2023’yan di hilcivînê de ava kirin û ew jibo şêwran, biryaran wek forum tê karanîn.

Balyozên endamên NATO û karbidestên Ukrayna beşdarî li civînên wê konseyê dikin.

Jêder: NATO

XS
SM
MD
LG