NATO îro Çarşemê ragihand ku endamên wê di civîna îro ya bi Ukrayna re bi awayekî eşkere dîyar kir ku ewê piştgirîya aborî û leşkerî ya jibo Kîevê bidomînin.
Hevpeymanîyê piştî vîdeokonferansê dîyar kir ku endaman gotiye ku ewê sala 2024’an jî piştgirîyên bi mîlyaran euro bidin Ukrayna.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî bal kişand ser êrîşên Rûsya yên dijî sîvîlên Ukraynî û ew êrîş şermezar kirin.
“ NATO bi awayekî tund êrîşên Rûsya yên dijî sîvîlên Ukraynî, ku hin ji wan bi çekên Koreya Bakurî û Îranî hatine kirin, şermezar dike. Moskow êrîşên dijî bajar û sîvîlên Ukrayna berfireh dike. Emê, wek hevbendên NATO jî berevanîya esmên ya Ukrayna xurt bikin.’’
Di vîdeokonferansê de, li ser navê Ukrayna General Mykola Oleschuck û Cîgirê Wezîrê Navxweyî Oleksii Serhieiev amade bûn.
Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya di demên dawî de êrîşên giran li dar dixe ku wê serê mehê êrîş bir ser Kiev û Kharkivê û civîna îro li ser daxwza Ukrayna pêk hat.
Jêder: Reuters