Hevpeymaniya NATO bi beşdarîya wezîrên berevanî yên endamên hevpeymaniyê û Sekirterê Giştî Jens Stoltenberg civînên xwe doh Çarşemê û îro Pncşemê encamdan.
Berî ku civîn destpê bikin, Stoltenbêr afixftinek kir û da zanîn ku, ew dixwazin aliyên nakokbar li Lîbya û Sûriyê hevkarîyê li gel Netwên Yekbûyî bikin û bi rêkên aştîyane aloziyan li wan welatan bidawî bînin.
Stoltenbêrg bal kişand ser pirsa Lîbya û da zanîn ku herçende hebûna NATO li Lîbya nîne, lê ew amadene alîkarîya wan bikin eger ku hikûmeta Lîbî bixwaze.
Derbarê rewşa Sûriyê û bi taybet ya Îdlibê Stoltenberg da zanîn ku hikûmeta Sûrî û Rûsya berpirsin ji alozbûna rewşê li Îdlibê.
Civîna du rojî, ya NATO bi beşdarbûna wezîrên berevanî yên welatên endam li Bruksel giring hat dîtin bi taybet di dema ku alozî li Sûriyê, Îraqê û Lîbîya tên dom kirin. Herwiha zêdegaviyên Îranê li herêmê tawanbar kirina, wê bi têkdana rewşa ewlehiyê û pêşxistina mûşekan ciyê nerihetîya endamên NATO ye.
Çavdêrê siyasî û rojnamevan, Hoşeng Osê ji Belcîka li ser girngîya civîna NATO rawestîya û got" Niha Amerîkî dixwazin rewşa hebûna xwe li rojhilata navîn, di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞê da, bixin jêr sîhwan NATO". Hoşeng Osê dîsan dibêje" raste heta niha Amerîka rêveberîya hevpeymaniya navnetewî dikir, lê bi serê xwe tev digerîya li hondirê rojhilata navîn da, lê rêveberîya Trump dixwaze vê rolê vê sîhwana NATO yê ji xwe re peyda bike û fînanse kirinê li ser milên Amerîka bi tenê rabe".
Derbarê pirsa alîkarîya Amerîka û NATO bo Tirkîyê li Îdlbê, Hoşend dibêje, ev ne ji heza wan ya li hember Tirkîyê tê, lê ew dixwazin jiber hebûna Rûsya li Sûriyê hebûna NATO bi rêya Trkiyê li wêderê hebe.