Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Pîlotên NASA yên li Valahîyê Asê Mane Dibe ku bi Rîya SpaceX Vegerin Erdê


Dibe ku herdu astronotên NASA yên ku ji Hezîranê ve li Stasyona Valahîyê ya Navnetewî asê mane, vegerin malê, eger li şûna kapsula Boeing derbazî ya SpaceX bibin.

Karbidestên NASA roja Çarşemê ragihand ku ewlekarîya kapsula nû ya Starliner ya Boeing ne dîyar e û ajansa vahalîya esmên ser rîskê bûye dudil e.

Di encamê de eger zêde dibe ku pîlotên testê Butch Wilmore û Suni Williams neçar bimînin ji stasyona vahalîyê li vegera vala ya Starline temaşe bikin.

Eger tiştekî wisa biqewime, NASA wê meha Îlonê di firîna nû ya SpaceX de, ji çar astronotan duyan li dû xwe bihêle û cîhên vala wê jibo vegera meha Sibatê jibo Wilmore û Williams werin veqetandin.

Çaverê ye NASA heta dawîya Tebaxê biryara dawî bide.

Piştî ragihandina NASA ya ser vê mijarê, Boeing bi daxuyanîyeke kin dîyar kir ku kapsul dikare astronotan bi awayekî ewle vegerîne cîhanê.

‘’Bawerîya me hîn jî bi kanîna Starlinerê û sedemên wê yên firînê heye.’’

Eger Starliner bê astronot vegere, divê Boeing kodên kapsula xwe biguherîne.

NASA sala 2011’an jibo astronotan bibe valahîyê û bîne Boeing û SpaceX erkdar kir.

Boeing di firîna testê ya pêşî de, ku bê astronot bû, likumî û di demoyê de jî li paş ma.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG