Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayikên Şemî Jibo Narîn Guran Kulîlk Danîn Hewşa Galatasarayê


Çalakîya Dayikên Şemî Li Pêşîya Qada Galatasaray
Çalakîya Dayikên Şemî Li Pêşîya Qada Galatasaray

Dayinkên Şemî her hefte roja Şemî jibo zarokên xwe û kesên winda li qada Galatasarayê çalakî li der dixin. Dayikan îro kesên winda bibîranîn û jibo Narîn Guran jî kulîlk danîn nav hewşa Galatasarayê.

Dayikên Şemî jibo zarokên xwe 1016’emîn car hatin ba hev. Gelek aktîvîst, nunerên rêxistinên demokratîk û partîyên sîyasî jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

Di vê heftê de li ser kesê winda Cemîl Kirbayîr hate rawestandin. Kirbayir 44 sale berê, li bajarê Kurdan li Qersê piştî derba leşkerî, di 8’ê Cotmeha 1980’an de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû binçavkirin. Ji wî mirî an jî zindê heta niha ti agahî nehatîye girtin.

Çalakîya Dayikên Şemî Li Pêşîya Qada Galatasaray
Çalakîya Dayikên Şemî Li Pêşîya Qada Galatasaray

Birayê wî Mîkaîl Kirbayir li ser binçavkirin û windakirina wî rawestî û got:

“Cemîl Kirbayir ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate binçavkirin û windakirin. Me jibo dîtin û eşkerekirina wî serî li hemû sazîyên dewletê da, lê mixabîn bersîveke erênî hata niha jî negirt. Bawerîya me tunene ku dewlet di vî warîde bersîveke jî bide, lê armanca me bi van çalakîya ewe ku bila kesên din neyên windakirin.”

Li ber van kesên winda heta niha jî ji alîyê rayedarên dewletê ve erênî an jî neyînî tiştek nehatîye eşkerekirin. Lê rayedarên dewletê van hemû tewanbarîyan red dikin.

Li gor hin pêzanînan jî tê dîyarkirin ku bes di nav sala 1990’an heta vê demê bêtirî 17 hezar kes rastî kuştinên kiryarê nedîyar hatine. Dewlet vê yekê jî napejîrine, lê xizmên kesên winda dibêjin em hata ku windayê xwe bibînîn dê çalakîyên xwe jî bidomînin.

Li Amedê 21 Gelawêjê 2024’an de keça 8 salî Narîn Guran winda bûbû û piştî 19 rojan şunda cesedê Guran di nav çem de hate dîtin.

Wêneyê Narîn Guran ya 8 Salî
Wêneyê Narîn Guran ya 8 Salî


Dayikên Şemî di çalakîya xwe ya 1016’emîn de jibo Narîn Guran kulîlkên xwe danîn nav hewşa Galatasarayê.

Seroka Komeleya Mafên Mirov ya Baska Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî beştarî çalakîya Dayikên Şemî bû. Yolerî kuştina Narîn Guran û rewşa dawî ya doza wê ji Dengê Amerîka re nîrxand:

Seroka ÎHD'ê Ya Baska Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî
Seroka ÎHD'ê Ya Baska Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî

“Li Tirkîyê zarokên winda pirsgirêkeke gelek girîn e. Berî windakirin û kuştina Narîn û piştî kuştina wê windakirina zaroka ranewestîya. Lê gava em bûyera Narîn didin berçav dema ku winda bû di lêgerîna wê de pir kêmasî hene, lê piştî dîtina wê jî di warê hiqûqî û darizandinê de jî em van kêmasîya dibînin. Li vê derê ya girîng ewe ku ev bûyera Narîn wek pêşî li kuştin û windakirina zarokan bigre û ti kes careke din vê êşê nebîne.”

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK) bêtirî 100 hezar zarok li Tirkîyê hê jî windane. Lê li gor hin raportên ne resmî her roj li ser 30 zarokî û her sal jî li ser 10 hezarî zarok winda dibin.

Dayikên Şemiyê windakirin û kuştina Zarokan li Tirkiyê şermezar dikin.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG