Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi Wek Seroka Nû ya Civata Nûneran Hat Hilbijartin


Kongreya 116’an ya Amerîka, îro Pêncşemê îro bi fermî dest bi kar kir.

Di rûniştina yekê de berbijara Demokrat, Nancy Pelosi wek seroka nû ya Civata Nûneran ya Amerîka hat hilbijartin.

Pelosi ya 78 salî, di Civata Nûneran de nûnera eyaleta Kalîfornîya ye û ji sala 2011’an vir ve vî karî dike.

Civata Nûneran beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî ye û bi giştî 435 wê hene.

Tevkî ku beşa jorîn ya Kongresê, Civata Senatoran ji her eyaletê ji 2 nûneran tê dîyar kirin, hejmara kursîyên Civata Nûneran li ser bingeha nîfûsa eyaletan e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Partîya Demokrat di hilbijartinên mîdterm de, bi 36 kursîyan piranîya Civata Nûneran bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG