Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Pakistanî Cezayê Mirinê li Pervîz Muşeref Birî


Dadgeheke Pakistanî îro Sêşemê bi sedema xiyaneta mezin û binpêkirina qanûna bingehîn, cezayê mirinê li serokê berê yê Pakistanê Pervîz Muşeref birî.

“Muşeref jiber binpêkirina Xala 6’an ya qanûna bingehîn ya Pakistanê hat mehkûm kirin,” karbidestê hiqûyî yê hikûmeta Pakistanê Selman Nedîm ji Reutersê re got.

Muşeref di sala 1999’an de bi darbeyeke leşkerî desthilat kontrol kiribû û bûbû serok. Cezayê îro di tunebûna wî de hate dayîn jiber ku ew ji mêjve ji Pakistanê derketibû.

Hin tawanên dijî Muşeref piştî ragihandina rewşa awarte ya sala 2007’an tê ku hîngê wî bi awayekî tund rexnegirên xwe bêdeng kiribûn, mafên bingehîn yên demokratîk sînordar kiribûn.

Muşeref meha borî peyameke vîdyoyî ji nexweşxaneyeke Dubaî belav kiribû û gotibû ku wî bi awayekî dadmendî nehatiye dadgeh kirin.

Pisporên qanûnî bal dikşînin ku mafê Muşeref heye ku dijî biryara dadgegê serî li Dadgeha Bilind bide daxwaza pêdaçûnê bike.

XS
SM
MD
LG