Herêma Çiyayê Kurmênc -Efrîn, yek ji herêmên kurdî ye ku bi darên zeytûnê tê naskirin û şêwaza muzîk û stranbêjiya xwe jî, wek hunermend Cemîl Horo, Elî Tico û bavê Selah, Hisênê Mamçûçan, Apê Adîk û...hnd. Şêwaza stranbêjî û muzîkjeniya Efrînê pirr taybet e û ta roja îro jî nifşê nû ew şêwazê bikar tîne, yek ji wan jî hunermend û stranbêj Neîm Şebab e.
Neîm ji gundê Kefer Cenê ye , di sala 1982an de ji dayik bûye.
Malbata wî bi berfirehî guhdan bi stran û muzîka kurdî kiriye û hunermendên zîrek û afrîner pêşkêşî civatê kiriye.
Wî li peymangeha Muzîkê li Helebê xwendina xwe qedand û fêrî Gitarê bû û xebatên taybet li ser vê amûra kir.
Li bajarê Efrînê navenda xwe ya bi navê "Awaz" vekir, ji bo fêrkirina muzîkê.
Nêzîkî 10 salan ew endamê koma Armanc ya kelepor û dîlana kurdî bû.
Di sala 2010an de albuma xwe ya bi navê "Soz" belav kiri, ku tê de şêwazê xwe yê taybet nîşan da.
Ji ber şer û gefên li ser Efrînê , Neîm û malbata xwe koçberî Hewlêrê bûn û li wir bicî bûne , li wir jî navnedek bi navê "Awaz" vekiriye û xelkê fêrî muzîk û stranan dike.
Neîm beşdarî gellek çalakiyan bûye, ji kilîp, stran, şahiyan ve.
Beşek ji berhem û hunera xwe li ser kenala xwe ya YOUTUBE belav dike, da ku bighêje destê her kesekî.